Serok Barzanî: Mixabin Kur metê min wefat kir

Salih Mehmûd jiber nexweşiyê koça dawî kiriye.
کوردستان TV
100%

Serok Barzanî dibêje kur metê wî bi nexweşiyê koça dawî kiriye.

Serok Barzanî bi minasebeta koça dawî ya pêşmergeê dêrîn û dîrozan û xwedê nasê jêhatî û herwiha kur metî xwe Salih Mehmûd ku bi Salihê Metê jî tê nasîn peyamek belav kir.

Ew naveroka peyama Serok Barzaniye:

Mixabin şeva derbasbûyî kur metê min Saih Mehmûd jiber nexweşiyê koça dawî kir, xwedê jê razî pêşmergeyeke dêrîn, têkoşerekî dilsoz û dîrozan û hevdem kesekî xwedê nas û jê hatî bû.

Hêviya şefayê bo tevahiya nexweşan dixwazim, daxwaz ji xwedê dikin ji miriyên her kesekî razî be û jiber rewşa tendirostî em pirse dananîn.

Mesûd Barzanî

11ê Mijdara 2020an

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.