900 kesên din li Kurdistanê bi Koronayê ketine

di nava 24 seatan de 24 kes jî canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Heta niha bi giştî 2680 kes canê xwe ji dest dane.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta herêma Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya han di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê 900 kes bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde li Hewlêr û Dihukê hatiye tomarkirin ku 303 kese li her du parêzgehan.

Wezaretê eşkere kiriye ku di nava heman 24 seatan de 275 kes baş bûne û 24 kesên din jî canê xwe ji dest dane.

Heta niha li Kurdistanê bigiştî 85 hezar û 63 kes bi Koronayê ketine û 2 hezar û 680 kes jî bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.