Bi fermana Serokwezîrê Kurdistanê ew pere tê dabeşkirin.
Şêwirmenda wezareta karûbarê civakî ya hikûmeta Kurdistanê Zekiye Salih ragihand ku bi fermana Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi qasî 14 miliyar dînar li ser malbetên hejar û xizan yên li Kurdistanê tê dabeşkirin.
Salih eşkere kiriye ku hijmara malbetên ku ew pere li ser wan tê dabeşkirin 140 hezar malbete û ew pereya han bi rêya bankeyan li ser wan tê dabeşkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin