3 terorîstên DIŞIê hatin girtin

li Selahedînê jî operasiyonek dijî DIŞIê destpê kiriye.
کوردستان TV
100%

Li bajarê Kerkûkê di operasiyonekê de hatine girtin.

Wezareta navxwe ya Îraqê belav kir ku îro yekşem hêzên ewlekarî yên Îraqê, li ser esasê zaniyariyên ku destê wan ketine, li Kerkûkê li dijî terorîstên DIŞIê operasiyonek lidar xistine.

Di daxuyaniya wezareta navxwe de hatiye diyarkirin ku di operasiyona han de 3 terorîstên DIŞIê hatine girtin.

Terorîstên girtî li xwe mokir hatine ku di navbera salên 2019 û 2020an de bi giştî 19 kiriyarên terorîstî li deverê pêk anîne.

Ji aliyeke din ve her îro li Parêzgeha Selahedînê jî operasiyoneke din li dijî terorîstên DIŞIê hate destpêkirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.