Nêzî 50 miliyon kesan bi Koronayê ketine

zêdetir ji 1 miliyon kes canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Korona yekem car li Çînê derketibû.

Li gor nûçeyeke malpera Worldometer yaku rojane amarên taybet bi Koronayê belav dike, heta niha li seraserê cîhanê bi giştî 49 miliyon û 669 kes bi Koronayê ketine.

Malperê eşkere kiriye ku li seraserê cîhanê 1 miliyon û 248 hezar û 794 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Niha li hin welatên cîhanê bi taybetî welatên Ewrûpayî behsa destpê kirina pêla duyem ya Koronayê tê kirin û di wan rojên dawî de hijmara berketiyan her ku diçe zêdetir dibe.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.