Amarên 24 seatên derbasbûyî yên Koronayê hatin belav kirin.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê di daxuyaniyekê de amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.
Li gor daxuyaniya han di nava 24 seatên derbasbûyî de 771 kesên din bi Koronayê ketine, ku hijmara herî zêde li Dihukê ye ku 336 kese.
Herwiha 396 kes jî baş bûne û 21 kes jî canê xwe ji dest dane.
Heta niha li Kurdistanê bi giştî 83 hezar û 376 kes bi Koronayê ketine, 52 hezar û 72 kes baş bûne û 2 hezar û 637 kes jî canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin