SHK: Ew êrîş pêşhateke metirsîdare

dibêje lazime pkk şerê xwe ji gelê Kurd û Kurdistanê dûr bixe.
کوردستان TV
100%

Serokatiya herêma Kurdistanê êrîşa çekdarên PKK bo ser hêzên pêşmerge mehkûm dike.

Serokatiya herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê êrîşa çekdarên PKKê de bo ser hêzên pêşmerge li devera Çemankê belav kir ku ew jî naveroka daxuyaniyê ye;

Êrîşa îro ya PKK li nava kûrahiya axa Herêma Kurdistanê da û li nahiya Çemankê ya li tixûbê parêzgeha Dihokê ku têda Pêşmergeyek şehîd û hejmareke din jî birîndar bûn, pêşhatekî metirsîdare û bi tundî şermezar dikîn. Ev êrîş hîç hêcetek hilnagirê û êrîşe li ser jiyan û aramiya xelkê û axa Kurdistanê.

Di demek da gelê Kurdistanê di nava çendîn qeyran û kêşeyan deye, ev şerpêfiroştin û aloziya ji aliyê PKK ve, rewşa Herêma Kurdistanê û gelê me tûşî êşên zêdetir dike û kes têda serkeftî û birawe nabe.

Wekî herdem dûpat dikîn ku pêwîste PKK rêz li qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û Hikûmet û damezraweyên şer`î bigrê û şer û aloziyan ji Kurdistanê dûr bixe.

Sersaxiyê li malbat û kesukarên Pêşmergeyê Şehîd (Hêrîş Cewher Mihemed) dikîn û hevxema wanîn, hêviya bi lez başbûnê ji bo Pêşmergeyên me yên birîndar dixwazîn, daxwaz dikîn hemû kêşeyan bi aramî û guftûgoyê bêne çareser kirin û rewş li vê zêdetir pêş nekeve.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê

04/11/2020

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.