Dibêje ew êrîşa han zirarê dide aramiya tevahiya deverê.
Serokê partiya reforman ya Tirkmanan Ebdulqadir Bazirgan daxuyaniyek derbarê êrîşa çekdarên PKK ya li devera Çemankê bo ser hêzên pêşmerge weşand û di daxuyaniya han de ew êrîşa ham mehkûm kir.
Bazirgan di berdewamiya daxuyaniya xwe de eşkere kiriye ku ew êrîşa han ya nareva zirarê dide aramiya tevahiya deverê û em li dijî êrîşê ne û bi tundî êrîşa han mehkûm dikin.
Nav hatî tekez li ser wê yekê kiriye ku nabe bi ti awayî pkk bibe sedema naaramî û aloziyan li herêma Kurdistanê de.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin