4 tawanbar li Hewlêrê hatin girtin

2 ji wan li Silêmanî hatine girtin.
کوردستان TV
100%

Du ji wan li Silêmanî hatine girtin.

Birêveberatiya Polîsê Hewlêrê ragihand ku ew her 4 kesên ku beriya çend rojan li taxa Enkawe ya li Hewlêrê êrîşî ser kafeyekê kiribûn, hatine girtin.

Di daxuyaniya polîs de hatiye diyarkirin ku du ji wan tawanbaran li Hewlêrê û du tawanbarên din li Silêmanî hatine girtin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku piştî girtina du ji wan tawanbaran, li gor zaniyariyên ku wan dane polîs, eşkere bû ku du tawanbarên din li Silêmanî ne, pişt re jî polîsê Silêmanî operasiyon kiriye û li devera Taslûce ew her du tawanbarêndin girtiye û radestî polîsê Hewlêrê kiriye.

Weke tê zanîn beriya hefteyekê 4 kesan li Enkaweyê êrîşî ser kafeyekê kiribû û daxwaza pereyan kiribûn.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.