Li parêzgeha Urmiyê li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê kolberekî kurd ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hat kuştin.
Malpera Hengawê ya mafên mirovan ragihandiye ku doh danê sibê li parêzgeha Urmiyê û li ser sînorê Bakûrê Kurdistanê, du kolberên kurd ku her du birayên hev bûn, ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatin gulebarankirin.
Hat ragihandin ku di encama gulebarana hêzên tirk de, kolberek hat kuştin û yek jî birîndar bû ku birîndar bo nexweşxaneya bajarê Colemergê yê Bakûrê Kurdistanê hatiye veguhestin.
Navê wî kolberê hatiye kuştin, Muhsin Qasimî (24 salî) û navê yê birîndar jî Muslih Qasimî (21 salî) ye ku herdu birayên hev in ji gundê Kurane yê parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ne.
Ji peyamakurd hatiye wergirtin
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin