Hejmara pêketiyên Korona 46 mîlyon derbaz kir

hijmara herî zêde ya mirî û pêketiyan li Amerîkayê hatiye tomarkirin.
کوردستان TV
100%

Hejmara pêketiyên vîrusa korona 46 mîlyon derbaz kir. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 46,110,801 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketiyan pirtir ji 9,1 mîlyon e. Li dû Amerîka, bi 8,1 mîlyon pêketiyan Hîndistan, li dû wê jî bi 5,5 mîlyon pêketiyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 1,195,130 kesan jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 230,556 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 159,884 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di Berfanbara borî de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 91,366 kes bi vîrusa korona ketine û 4739 kes bi wê mirine.

Ji voayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.