Hijmarek çekdarên Tirkiyeyê xwe teslîmî HSDê kirin

heta niha nêzî 20 çekdaran xwe teslîm kiriye.
کوردستان TV
100%

Beriya niha jî hijmareke din xwe teslîm kiribûn.

Navenda mafên mirov ya Sûriyeyê belav kir ku di nava du rojên derbasbûyî de 7 çekdarên Sûrî yên ser bi Tirkiyeyê ve, li bajarê Serê Kaniyê xwe teslîmî hêzên HSDê kirine.

Ew navenda han herwiha belav kiriye ku beriya çend rojan 8 çekdarên din jî refên cîhadiyên Tirkiyeyê reviyane û xwe teslîmî HSDê kirine.

Navenda mafên mirovan ya Sûrî belav kiriye ku jiber ku hikûmeta Tirkiyeyê nikare mûçeya wan çekdaran bide, nakokî û alozî di navbera çekdaran de zêde bûne û jiber bêpereyî çekdar direvin.

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.