Serokwezîr sersaxî da malbeta Dr, Nicmedîn Kerîm.
Îro piştî belav bûna nûçeya wefata Parêzgarê Kerkûkê Dr, Nicmedîn Kerîm, Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke sersaxî pêşkêş kir ku naveroka peyamê wisaye;
Mixabin nûçeya koça dawî ya kesayetiyê niştimanperwer û xebatkarê berçav û bi helwest yê Kurdistanê, dr. Necmedîn Kerîm gihîşte min.
Dr. Necmedîn di dema Şoreşa Îlonê de wek pêşmergeyek û serkirdeyekî Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê, paşê jî li derveyî welat roleka girîng di xebata rizgarîxwaza gelê Kurdistanê de û nasandina pirsgirêka kurd de li navendên dîplomatîk û akademîk yên cîhanê hebû.
Piştî azadkirina Iraqê ji destê rêjîma dîktatoriyê jî, wek parêzgarê Kerkûkê, şûna destê wî di kûrkirina ruhê pêkvejiyana aştiyane di navbera pêkhateyên cuda de û berevanî li mijarên niştimanî, kifş bû.
Ez sersaxiyê didim malbata wî ya birêz û xelkê Kurdistanê bi taybet bajarê Kerkûkê. Ez xwe hevparê xema wan dibînim. Xwedayê mezin ruhê wî bi behiştê şa bike û aramiyê jî bide me hemiyan.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin