Serokê herêma Kurdistanê bi peyamekî serxweşî li malbat û kesûkarên qurbaniyên erdheja Tirkiyê û Yûnanîstanê kir.
Îro 31.10.2020ê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe ya li twîtterê peyamek serxweşiyê belav kir û got: ‘’Ez serxweşiyê li malbat û kesûkarên qurbaniyên erdheja Tirkiyê û Yûnanîstanê dikim, hevsoz û hevxemê wan im.’’
Serokê herêma Kurdistanê herwaha ragehand: ‘’Ji xwedayê mezin daxwaz dikim ruhê wan şad bike û sebrê bide hemû aliyan. Hêviya selametiyê bo birîndaran û berketiyên erdhejê dixwazim.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin