Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke hevpeymaniya cîhanî kir û piştî civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro duşem 26ê Cotmeha 2020an me pêşwaziya şandeke hêzên hevpeymanan bi Serokatiya Cîgirê Fermandarê hêzên hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê General Kevin Kopsy kir.
Di civînê de pêşhatên dawî yên rewşa Îraq û deverê û girîngiya pere pêdana hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û hêzên hevpeymaniya cîhanî hate nirxandin û tekez li ser domandina perwerde kirin û piştîvanî kirina hêzên pêşmerge bo rûbirû bûna metirsiyên terorîstên DIŞIê û komên din yên terorîstî û herwiha parastina aramiya herêma Kurdistanê hate kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin