Çend êrîşên dijî Kurdistanê hatin pûç kirin

civata ewlekariya Kurdistanê tevahiya wan êrîşan pûç kiriye.
کوردستان TV
100%

Civata ewlekariya Kurdistanê daxuyaniyek weşand.

Civata ewlekariya Kurdistanê daxuyaniyek bo raya giştî belav kir û di daxuyaniyê de zaniyarî derbarê pilanên çend aliyan li dijî Kurdistanê pêşkêş kir.

Di daxuyaniya civata ewlekariya Kurdistanê de hatiye gotin ku hêzên ewlekarî yê Kurdistanê karîn di nava çend rojên derbasbûyî de çend êrîş û pilanên têkderane yên li dijî Kurdistanê pûç bikin û çend kesek jî ku destê wan li gel terorîstan de hebûye binçav bikin.

Di encama operasiyona hêzên ewlekarî de du pilan û êrîşên dijî Kurdistanê ku yek ji wan ji aliyê PKKê ve hatibû amadekirin, hatine pûçkirin û hinek ji organîzatorê êrîş û pilana han têkiliyên xwe li gel xelkê derveya Kurdistanê heye, niha nîştecîhên welatên Ewrûpî ne û ji aliyê hin welatan ve hatine handan bo encamdana wan êrîşan.

Ew kes û aliyên ku dixwestin bi wan êrîşan bikin armanc, hatine agehdarkirin û tedbîrên pêwîst yên ewlekarî jî hatine stendin, bi rêya înter polê jî me daxwaza hevkariyê li hevkarên xwe yên ewrûpî kiriye daku ew kesên ku destê wan di wan pilanan de heye werin girtin.

Li ser wê mijarê 12 gumanlêkirî hene ku tevahiya wan têkiliyên xwe li gel PKKê hene, herwiha çend kesên din jî hene ku nîştecîhên welatên din û welatên Ewrûpîne, ew kesên han pilan kirine daku li Hewlêrê dîplomatan bikujin, êrîşî ser Konsulusxaneyan bikin, û herwiha êrîşî ser kompaniyên kerta taybet yên biyanî yên li Hewlêrê bikin.

Herwiha pilan kirine daku êrîşî ser birand û kompaniyên cîhanî yên li Hewlêrê jî bikin.

Piştî 4 mehan çavdêrî kirina ew koma han ji aliyê hêzên asayîşê ve, hêzên ewlekarî karîne canê çend kesan biparêzin û çend gumanbar jî werin girtin. Di nava girtiyan de du welatiyên Sûrî jî hene.

Di dosyeya dudiyan de ku zêdetir ji yek sale di bin çavdêriyê deye, 8 kes hatine girtin ku tevahiya wan xelkê Îraqê ne, ew koma han hewla teror kirina Parêzgarekî parêzgeheke Kurdistanê, û pêkanîna çend êrîşên terorîstî li bajarên curbicur yên Kurdistanê bi taybetî li Dihukê danîbû, herwiha xwe amadekiribûn ku li Kurdistanê dest bi êrîş kirine ser dezgehên fermî yên hikûmetê bikin, di demeke nêz de tawanbarên vê pilanê jî radestî dadgehê tênkirin.

Di dosyeya sêyem de jî piştî saleke kar û hewldanên dije îstîxbaratî, hêzên ewlekarî karîne 7 kes ku tevahiya wan welatiyên Îraqîne binçav bikin. Lêkolînên hêzên ewlekarî yên bo girtina kesên din yên ku di vê dosyeyê de beşdarin didomin, ew koma han çend sale hatiye avakirin û karê wî jî kom kirina îstîxbaratê ye derbarê hikûmet û dezgehên fermî yên hikûmeta Kurdistanê. Ew koma han herwiha pilana kuştina berpirsekî îstîxbaratî û dadwerekî Kurdistanê amade kiribû, ew koma han zaniyariyên kom kirî li gel çend aliyên din ku di nava wan de jî pkk heye parve kirine, me hikûmetên biyanî û aliyên têkildar derbarê operasiyonê de û zaniyariyên ku heta niha hatine bidestxistin agehdar kiriye.

Ew pilan û operaisyonên han îsbat dikin ku hîn jî metirsiyên gelek mezin li berdem Kurdistanê hene, lê ewlekarî erkên xwe bi qehremanî cîhbicîh dikin û rê nadin ti kes û aliyekê ku zirarê bidin ewlekarî û aramiya Kurdistanê.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.