Pêşmerge: Em naxwazên şerê navxweyî biqewme

pkk bi çekên giran êrîşî ser hêzên pêşmerge kiriye.
کوردستان TV
100%

PKKê li Akrê bi roketan êrîşî hêzen Pêşmerge kir, lê Pêşmerge bersiva wan neda.

Li gorî zanyariyan çekdarên PKKê îro 25ê Cotmehê bi çekên giran û sivik êrîşî hêzeke Pêşmergeyên ku dixwestin li Akrê xala kontrolê ava bikin kir, lê belê hat zanîn ku Pêşmerge ji bo şereke rû nede û ziyan negihe wan bersiva wan nedaye.

Li gorî nûçeya malpera Darka Mazî ku dispêre çavkaniyên ji herêmê, îro li demjimêr dor 14.30yê piştî nîvro li gundê Şehiye yê navçeya Akrê ya Duhokê,  çekdarên PKKê bi roketan, çekên BKC, RPG û çekên sivik êrîşî qada hêzên Pêşmerge ku dixwestin xala kontrolê ava bikin kir.

Heman çavkaniyan ragihandiye ku hêzên Pêşmerge bersiva êrîşa çekdarên PKKê nedane û ji gundiyan re jî gotine, “Em naxwazin şerekî navxweyî rû bide, helwesta Serok Barzanî ya li hember şerê navxweyî diyar e, em naxwazin gerîla bimirin. Em wan wek bira dibînin lewma jî me bersiva wan neda. Heger me bixwesta me dikarî zirar bida wan.”

Li herêmên ku Pêşmerge bicih dibe, heta niha 504 gund ji ber hebûna PKKê hatine valakirin û bi hinceta PKKê artêşa Tirkiyê jî 15 kîlometran ketiye nav sînorên Herêma Kurdistanê.

Ji peyamakurd hatiye wergirtin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.