Îro şandeke zanîngeha polîteknîka Hewlêrê li gel şandeke hêzên hevpeymaniya cîhanî serdana wezareta pêşmerge kirin û li gel rayedarên wezaretê civiyan.
Di civînê de giftûgo li ser projeyek hate kirin ku biryare bi mebesta bihêztir kirina karînên Efserên hêzên pêşmerge were cîhbicîhkirin.
Di çarçoveya projeya han de vê zanîngeha polîteknîk ya Hewlêrê bo organîze kirina çend dewreyên perwerdehiyê bo pêşde birina ast û karînên Efserên hêzên pêşmerge hevkariya wezareta pêşmerge bike û hevpeymaniya cîhanî jî piştîvaniya porjeyê dike.
N: E, G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin