Zêdetir ji 50 kesan birîndar bûn

37 ji birîndaran endamên hêzên ewlekarî ne.
بەغدا
کوردستان TV
100%

Duhê li Bexda û çend bajarên din yên Îraqê xwepîşandan hatibû kirin.

Duhê 25ê Cotmehê di salvegera xwepîşandanên welatiyên Îraqê yên li dijî hikûmetê, xwepîşandanên berfire hatin organîzekirin.

Xwepîşandana herî mezin li meydana Tehrîr ( azadî) ya li Bexdayê hatibû organîzekirin.

Li gor zaniyariyên berdest duhê di navbera xwepîşaner û hêzên ewlekarî de pevçûn çê bûye û di encama pevçûnan de 37 Xwepîşander û 14 endamên hêzên ewlekarî birîndar bûne.

Weke tê zanîn di xwepîşandanên sala derbasbûyî de zêdetir ji 600 xwepîşander hatibûn kuştin.

N: E: G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.