Serokwezîr û Şêwirmendê Serokê tîma lêkolîn kirin li ser tawanên DIŞIê civiyan

behsa prosesa darizandina tawanbarên DIŞIê kirine.
کوردستان TV
100%

Di civînê de behsa prosesa dadgehî kirina tawanbarên DIŞIê hate kirin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê taybetî yê Serokê tîma lêkolîna navnetewî ya li ser tawanên DIŞIê kir û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro yekşem 25ê Cotmeha 2020an me pêşwaziya Şêwirmendê taybetî yê Serokê tîma lêkokîna navnetewî ( UNITAD) ya li ser tawanên DIŞIê, Kerîm Esed Ehmed Xan kir.

Di civînê de giftûgo li ser prosesa dadgehî kirina Tawanbarên DIŞIê, berfiretir kirina hemahengiya navbera desthilata dadweriya herêma Kurdistan û hikûmeta federalî hate kirin û tekez li ser wê yekê hate kirin ku hevdem li gel dadgehî kirina tawanbarên DIŞIê, lazime civaka navnetewî jî hemaheng û hevkar be bo dîtina mekanîzmek bo qerebû kirina qurbaniyên destê terorîstên DIŞIê û awedan kirina ew deverên ku ji aliyê terorîstên DIŞIê ve hatibûn wêrankirin daku derfeteke goncaw bo vegerandina awareyan bo ser cîhên xwe were xweşkirin.

Serokê tîma lêkolîna navnetewî ya tawanên DIŞIê behsa rêkarên teknîkî û qanûnî yên dawî yên bo darizandina tawanbarên DIŞIê li ser tawanên ku li hember mirofatî kirine kir û ragihand ku armanc ji darizandinê, pend wergirtine ji wan tawanan û pêşî girtine ji dûbare bûna wan tawanan.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.