Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 173 kesên din bi koronayê ketin

3 kesên din jî bi Koronayê canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 173 kesên din bi koronayê ketine û 3 kesên din jî mirine.

Hevserokê Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên mirine, 2 mêr ji Qamişlo û Dêrikê ne û jinek ji Hesekê ye, her wiha got 173 kesên din bi koronayê ketine.

Ciwan Mistefa destnîşan kir ku ji nav pêketiyên koronayê 90 mêr in û 83 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 23

Qamişlo: 36

Dêrik: 39

Girkê legê: 12

Amûdê: 7

Dirbêsiyê: 8

Çilaxa: 3

Kobanê: 5

Tebqa: 36

Dêrazor: 2

Reqa: 1

Şehba: 1

Ciwan Mistefa destnîşan kir ku ji nav nexweşên koronayê 7 kesên din baş bûne.

Bi van daneyan hejmara giştî ya pêketiyên koronayê gihaşt 3 hezar û 798 kesî, ji wan 112 kesan jiyana xwe ji dest daye û 672 kes baş bûne.

Ji anhayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.