Xwepîşandanên li Îraqê destpê kirin

hêzên ewlekarî jî di nava amadebaşiyê dene.
کوردستان TV
100%

Li Bexda û çend bajarên din yên Îraqê xwepîşandan destpê kirin.

Îro yekşem 25ê Cotmehê di salvegera xwepîşandanên Îraqê de, careke din li piraniya bajarên naverast û başûrê Îraqê xwepîşandan destpê kirin.

Xwepîşandana herî mezin li meydana Tehrîr ya li Bexdayê ye.

Di xwepîşandanan de daxwaz ji hikûmetê tê kirin daku li dijî gendelî û gendelkaran gavên berçav bavêje û xizmetgozariyên zêdetir pêşkêşî welatiyan bike.

Li Bexda û bajarên din yên Îraqê jî hêzên ewlekarî ketine amadebaşiyê ve.

Hin Serkirdeyên aliyên siyasî jî daxwaz ji xwepîşanderan kirine ku xwepîşandanên aştiyane lidar bixin û rê nedin ti kes û aliyek xwepîşandanan bo mebestên din bikar bînin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.