Kazimî: 30 dosyeyên gendeliyê di destê min dene

dibêje di demeke nêz de radestî dadgehê tên kirin.
کوردستان TV
100%

Dibêje me çend dosyeyên mezin eşkere û radestî dadgehê kirin.

Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî ragihand ku berdewamin di şerê dijî gendeliyê de.

Mstefa Kazimî herwiha diyar kir ku ji roja bûye Serokwezîr heta niha hijmareke zêde dosyeyên gendeliyê eşkere kirine û radestî dadgehê kirine.

Kazimî di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa wê yekê kiriye ku niha 30 dosyeyên din yên gendelî li berdestê wan dene û di demeke nêz de wan dosyeyan jî radestî dadgehê dikin.

Kazimî herwiha gotiye: Bi rêzdarî ve xwepîşandanên Îraqê bibîr tînin û daxwaz ji xwepîşanderan jî dikin ku bi tê awayî rê nedin ku hin kes û alî xwepîşandanan bo mebestên din bikar bînin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.