Dibêje bo rûbirû bûna êrîşên Îranê ye.
Beriya demekê Îmarat bi fermî daxwaza kirîna balefirên F35 ji Amerîkayê kiribû, lê çapemeniya Îsraîlê belav kiribû ku Îsraîl li dijî wê yekê ye û rê nade Îmarat bibe xwedanê balefirên F35.
Lê îro Cîgirê wezîrê derve yê Amerîkayê yê bo karûbarên Rojhilata Navîn eşkere kiriye ku Amerîka razî bûye daku bo rûbirû bûna êrîşên Îranê, balefirên F35 yên Amerîkî bide Îmaratên yekgirtî yên Erebî.
Ew rayedarên Amerîkî eşkere kiriye ku Amerîka bi liber çav girtina serdestiya teknolojîkî ya Îsraîlê wan balefiran dide Îmaratê.
Weke tê zanîn meha derbasbûyî Îmarat û Îsraîl jî têkiliyên xwe normal kiribûn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin