Hêzên Îraqî ketine amadebaşiyê

xwepîşandan sibê yekşem tê kirin.
کوردستان TV
100%

Biryare sibê xwepîşandaneke mezin were organîzekirin.

Biryare sibê li Bexdaya payetexta Îraqê di salvegera xwepîşandanên 25ê Cotmehê de, xwepîşandaneke mezin li Bexdayê were organîzekirin.

Bo wê yekê jî hêzên ewlekarî û polîs yên Îraqê ji duhê êwarê ve li seraserê Bexdayê ketine amadebaşiyê.

Ji aliyeke din ve Serokwezîrê berê yê Îraqê Nûrî Malikî jî huşdarî daye û gotiye: Tundûtîjî vê bibe sedema lêdana Îraqê û nemana yekparçeyiya Îraqê.

Herwiha tevgera Sedir jî diyar kiriye ku Serokê tevgerê Muqteda Sedir ne li dijî xwepîşandanê ye lê li dijî tundûtîjiyê ye.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.