Çekdarên nenas kemîn danî bûn.
Li gor zaniyariyên berdest duhê bi şev li ser rêya navbera Celewla û Xaneqînê, hijmareke çekdarên nenas kemîn danîne û êrîşî ser tirimbîlên welatiyên medenî kirine.
Di encama êrîşa han de sê welatî canê xwe ji dest dane û hijmareke welatiyên din jî birîndar bûne.
Jêder behsa wê yekê dikin ku çekdarên nenas bi navê heşda şebî kemîn danîne lê tê gotin ku ew çekdarên han terorîstên DIŞIê bûne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin