Daxwaza hevkariyê ji Almanyayê kir.
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Ewrûpayê de îro Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî serdana Almanyayê kir û li gel Şêwirmenda Almanya Angela Merkel civiya.
Di civînê de Kazimî û Merkel behsa têkiliyên navbera Almanya û Îraqê kirin û tekez li ser bihêztir kirina têkiliyên han kirin.
Her di hman civînê de Kazimî daxwaz ji Almanyayê kiriye daku di warên darayî, leşkerî û siyasî de hevkariya Îraqê bike.
Weke tê zanîn duhê jî Serokwezîrê Îraqê serdana Franseyê kiribû.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin