Ew pere bo dabîn kirina elektirîkê tê serifkirin.
Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê twitter peyamek belav kiriye.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de nivîsandiye ku rojane li Kurdistanê bi giştî 1 miliyon û 700 hezar dolar bo hêlbirîn û dabîn kirina elektirîkê tê mesrefkirin.
Serokwezîr diyar kiriye ku xwestek li ser elektirîkê zêde bûye û ew yek jî li ser hesabê hikûmetê ye û niha hikûmet dest kiriye bi nûjn kirina jêrxana kerta elektirîka Kurdistanê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin