Wezareta tendirostiya Îraqê huşdarî dide

dibêje rojane bi dehan kes canê xwe ji dest didin.
کوردستان TV
100%

Dibêje lazime welatî pêbendî şîretên xweparêziyê bin.

Wezareta tendirostî ya Îraqê derbarê rewşa tendirostî ya li Îraqê û belav bûna Koronayê de daxuyaniyek weşandiye.

Di daxuyaniya han de wezaretê daxwaz ji xelkê Îraqê kiriye daku koronayê bi cidî werbigirin û pêbendî şîrtên tendirostî yên xweparêziyê bin.

Di berdewamiya daxuyaniya han de behsa wê yekê hatiye kirin ku jiber pêbend nebûna xelkê bi şîretên xweparêziyê, rewşa niha ya tendirostî ya Îraqê ketiye metirsiyê û eger welatî bi wê awayî berdewam bin wê rewş gelek aloztir bibe.

Wezaretê eşkere kiriye ku jiber pêbend nebûna welatiyan bi şîretên xweparêziyê, rojane bi hezaran kes li Îraqê bi Koronayê dikevin û bi dehan kes jî canê xwe ji dest didin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.