Navenda PDKê ya li Bexdayê li gel ala Kurdistanê şewitandin.
Îro şeme danê sibê komeke ser bi çekdarên heşda şebî, êrîşî ser navenda şaxê 5 an ya partiya demokrata Kurdistanê ya li Bexdayê kirin.
Ew koma han agir bi ala Kurdistanê û navenda şaxê 5an berdan û ketin nava navendê û diroşmeyên dijî Kurdistanê qêriyan.
Duhê jî berpirsê şaxê 5an ya PDKê li Bexdayê ragihandibû ku komeke ser bi heşda şebî gef li wan kiriye û gotiye emê baregeha we bişewitînin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin