Hin komên çekdar yên heşda şebî dibêjin emê liqa PDKê li Bexdayê bişewitînin.
Berpirsê liqa ( şaxa) 5an ya partiya demokrata Kurdistanê ya li Bexdayê Şivan Mihemed Teha di dema beşdarî kirin di bernameyeke Kurdisantvê de ragihand ku li Bexdayê gef li ser wan hene.
Şivan Mihemed Teha eşkere kir ku hin komên çekdar yên ser bi heşda şebî li Bexdayê gefa wê yekê li wan kirine ku wê êrîşî ser şaxa 5an ya partiya demokrata Kurdistanê bikin û ew şaxa han bişewitînin.
Nav hatî eşkere kir ku rewşa ewlekarî ya Bexdayê metirsîdare û lazime hikûmeta Îraqê û aliyên têkildar ewlekariya Bexdayê û herwiha ewlekariya me û nuneratiyên welatên biyanî yên li Bexdayê biparêzin û eger her cure bûyerek jî qewmî wê hikûmet berpirsiyar be.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin