Di nava 15 Rojan de ji aliyê cîhadiyên Tirkiyeyê ve hatine girtin.
Li gor zaniyariyên berdest di zext û zordariya Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê li dijî şêniyên Kurd yên Efrînê her diçe zêdetir dibin.
Hate zanîn ku ji destpêka Cotmehê ve heta 15ê Cotmehê li Efrîn û gundên derdorê Efrînê, bi giştî 65 welatiyên Kurd ji aliyê artêşa Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê ve hatine girtin û revandin.
Jêder behsa wê yekê dikin ku şêniyên Kurd bi hincetên curbicur tên girtin û revandin û pişt re jî bo azadkirina wan daxwaza pereyê ji kesûkarên wan têkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin