Tirimbîla wî ketiye nava dolekê de û canê xwe ji dest daye.
Li gor jêderên ji Rojhilatê Kurdistanê, duhê hêzên ewlekarî yên rejîma Îranê li bajarê Seqizê êrîşî ser tirimbîla kasibkarekî Kurd kirine û di encama êrîşa han de tirimbîlê kasibkarê Kurd ketiye nava dolekê de û canê xwe ji dest daye.
Kasibkarê ku canê xwe ji dest daye navê xwe Hîwa Wekîliye û bavê du zarokane.
Hate zanîn ku kasibkarekî din li gel Hîwa Wekîlî bûye û ji aliyê hêzên ewlekarî yên rejîmê ve hatiye girtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin