Niha li Bexdayê ye û li gel rayedarên Îraqê dicive.
Îro wezîrê derve yê Yûnanê Nîkos Dendîas serdana Bexdayê kir û ji aliyê wezîrê derve yê Îraqê Fûad Husên ve hate pêşwazîkirin.
Di presskonferanseke hevbeş de li gel Fûad Husên, wezîrê derve yê Yûnanê Nîkos Dendîas ragihand ku piştî civîn û hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên Îraqê, serdana Hewlêrê jî dikim û li gel rayedarên Kurdistanê jî dicivim.
Tê payîn ku wezîrê derve yê Yûnanê îro danê êwarê bigehêje Hewlêrê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin