Ew her 5 welatî li Efrînê hatine revandin.
Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, komîn cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê zextên xwe yên li dijî welatiyên Kurd didomînin û di wê çarçoveyê de cîhadiyên Tirkiyeyê 5 welatiyên din yên Kurd ku ji 4 zilam û keçekê pêk hatine revandine.
Li gor zanyariyên ji herêmê, koma çekdar a bi navê Polîsa Leşkerî, bi ser bajarokê Mabeta de girt û 4 mêr û keçek revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.
Weke tê zanîn cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê ve her roj welatiyên Kurd direvînin û bo azadkirina wan daxwaza pereyan dikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin