Ew danûstandinên han li ser sê mijaran dibin.
Emîndarê giştî yê wezareta pêşmerge Cebar Yawer ragihand ku îro dîsa şandeke bilind ya wezareta pêşmerge bo giftûgo kirin li ser çend mijaran li gel rayedarên artêşa Îraqê, serdana Bexdayê kiriye.
Yawer eşkere kiriye ku danûstandinên wê carê li ser sê mijarên taybet bi Kerkûk, Diyale û Neynewayê dibe.
Nav hatî behsa wan her sê mijaran kiriye û gotiye: Di danûstanan de giftûgo li ser ava kirina navenda hemahengiya hevbeş di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraq, ava kirina eniya hevbeş ya berevanî û lidarxistina operasiyonên hevbeş li wan deveran li dijî DIŞIê dibe.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin