Serokwezîr bi merasimekê destpê kirina projeyê radigehîne.
Biryare îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana devera Raniyeyê bike û destpê kirina projeyeke girîng li Raniyeyê ragehîne.
Ew projeya han çê kirina pira Derbenda Raniyeyê ye ku hikûmet di çaroveya bernameya xwe ya awedan kirinê de bi qasî 10 miliyar û 300 miliyon dînar bo çê kirina wê pira han dabîn kiriye.
Her îro wê Serokwezîr destpê kirina çend projeyên din yên curbicur li devera Raperînê ragehîne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin