Li Îraqê hijmara pêketiyan kêm dibe

heta niha bi giştî 9 hezar û 852 kes canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Hijmara baş bûyan zêde kiriye.

Wezareta tendirostiya Îraqê belav kiriye ku di nava 24 seatên derbasbûyî de li Îraqê bi giştî 2 hezar û 206 kes bi Koronayê ketine û li hember de di nava heman 24 seatan de bi giştî 3 hezar û 827 kes ji Koronayê baş bûne û 62 kes jî canê xwe ji dest dane.

Wezareta tendirostiya Îraqê diyar kiriye ku ew yek hefteye hijmara kesên ku ji Koronayê baş dibin ji hijmara pêketiyan zêdetire.

Wezaretê eşkere kiriye ku ji destpêkê ve heta niha 402 hezar û 330 kes bi Koronayê ketine, 9 hezar û 852 kes canê xwe ji dest dane û 326 hezar û 157 kes jî baş bûne.

N: E. G

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.