PKK: Fermandarê me Egîd Civyan jiyana xwe ji dest da

di êrîşa 11 Îlonê de canê xwe ji dest daye.
کوردستان TV
100%

PKKê îro aşkere kir, ku Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê û Fermandarê Herêma Botanê Egîd Civyan ku demekê li Şingalê jî bû, tevî du gerîlayên din, roja 11ê Îlonê di êrîşeke Tirkiyê de li herêma Botanê jiyana xwe ji dest dane.

Fermandariya Biryargerha Navenda Parastina (NPG) ragihand, ku Endamê Konseya Fermandariyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) û Fermandarê Herêma Botanê, Egîd Civyan tevî gerîla Hebûn û Canfeda di êrişeke artêşa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane.

Egîd Civyan bi navê xwe yê resen Vahdettîn Karay xelkê navçeya Gever a parêzgeha Colermêrgê bû û di dema êrîşa DAIŞê bo ser Şingalê de, tevî hejmarek hêzên PKKê çûbû Şingalê û bo dema çend salan li Çiyayê Şingalê mabû.

Di daxuyaniya NPGê de tê gotin, “11ê Îlonê li qada Masîro ya navçeya Şaxê ya Wanê, di şerekî dijî hêzên dagirker mêtinger ên Tirk de fermandarê hêzên ku Li Şengalê li dijî fermana li ser civaka me ya Êzidî têkoşiyan, endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê û Fermandarê me yê Herêma Botanê hevrê Egîd Civyan (Vahdettîn Karay) û hevrêyên me Canfeda Goyî (Tekîn Yildirim) û Hebûn Girêspî (Xelîl Kavûs) şehîd bûn.

Ji çapemeniya pkkê hatiye wergirtin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.