Îmarat: Hebûna Tirkiyeyê gefe li ser aramiya deverê

dibêje hebûna hêzên Tirkî li deverê rewşa deverê aloz dike.
کوردستان TV
100%

Dibêje hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê li Qeterê cîhê dilgiraniye.

Wezîrê derve yê Îmaratê Enwer Qereqaş ragihand ku hebûna hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê yên li Qeterê cîhê dilgiraniya welatên din yên Kendavê ye.

Qereqaş eşkere kiriye ku hebûna hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê li deverê de metirsiye bo ser aramî û asayîşa welatên din yên deverê û bo wê yekê jî gelek belge di destê me de hene.

Nav hatî diyar kiriye ku Erdogan di serdana xwe de bo Qeterê her çend li pey pere bûye û xwestiye pere bidest bîne, lê hin gotin jî kiriye ku ne rastin û belge û şahêd hene ku hebûna hêzên Tirkiyeyê li deverê de sedema nearamiyêye li deverê de.

N: E. G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.