Ermenistan û Azerbaycan li ser agirbestê li hev kirin

duhê li Rûsyeyê civiya bûn.
کوردستان TV
100%

Piştî civîna sê alî ya wezîrên derve yên Rûsya, Azerbaycan û Ermenistanê li Moskowê ku bi destpêşxeriya Rûsyayê hat lidarxistin, Azerbaycan û Ermenistanê li ser rawestandina şer û ragihandina agirbestê li herêma Nagorno Karabaxê li hev kirin.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov ragihand, herdu aliyên şerker li herêma Nagorno-Karabaxê, Ermenistan û Azerbaycan ji demjimêr 12:00ê nîvro yê Şemiyê 10ê Cotmehê ve kiryarên serbazî yên li dijî hev radiwestînin, herwiha dest bi veguherîna dîlan û termên kuştiyan dikin.

Ev agirbesta ku îro nîvro dest pê dike, demkî ye û biryar e piştre herdu aliyên şer, Azerbaycan û Ermenistan ji bo ragihandina agirbesteke hertimî derbasî qonaxa duyem a gotûbêjan bibin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.