Amerîka û Kurdistan têkiliyên xwe yên bazirganî bihêztir dikin

bi rêya telefûnê peyvî bûn.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel wezîrê enerjiyê yê Amerîkayê behsa çend mijana kir.

Duhê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi rê ya telefûnê li gel wezîrê enerjiyê yê Amerîkayê peyvî û pişt re jî Serokwezîr derbarê peywendiya han ya telefûnî de li ser hesabê xwe yê fermî wisa nivîsand;

Êwara îro înê 9/10/2020 di peywendiyeke telefûnî de li gel wezîrê enerjiyê yê Amerîkayê Dan Brouillette de me behsa geşe pêdana têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Amerîkayê kir bi taybetî derfetên hêlbirîna kompaniyên Amerîkî di warê enerjiyê de li herêma Kurdistanê de bi awayek ku li gor berejwendiya her du aliyan de be.

Me herwiha spasiya hevkariyên Amerîkayê yên bo herêma Kurdistanê û Îraqê di her warî de kir û balkêşande ser wê yekê ku herêma Kurdistanê pêşwazî ji geşe pêdana zêdetir ya hêlbirîna Amerîkî li herêma Kurdistanê de bi taybetî di warê enerjî û gaza xwezayî de dike.

Me tekez li ser wê yekê kir ku dikare herêma Kurdistanê bibe navendeke girîng ya bo hêlbirînê li tevahiya deverên Îraqê de.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.