Kazimî: Îraq rastî qirîzên dijwar yên abûrî û tendirostî hatiye

dibêje ji bilî dewletê mafê ti kesekî nîne biryar li ser şer û aştiyê bide.
کوردستان TV
100%

Mistefa Kazimî Serokatiya yekem civîna taybet bi binpê kirinên ewlekarî kir.

Îro Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî gerînendetiya yekemîn civîna taybet ya komîteya lêkolîn kirin li ser binpê kirinên ewlekarî li Îraqê kir.

Di destpêka civînê de Serokwezîr Mistefa Kazimî peyvek pêşkêş kir û ragihand ku niha rewşa Îraqê di her warî de aloze û Îraq rastî dijwartirîn qirîzên darayî û tendirostî yên dîroka xwe hatiye.

Her di heman civînê de Kazimî eşkere kiriye ku ew kesên ku bêyî ti hincetekê êrîşî ser xelkê dikin zirarê didin pêşeroja Îraqê û ew aliyên ku êrîşî ser hêzên biyanî yên li Îraqê jî dikin bi ti awayî xizmeta Îraqê nakin.

Kazimî di beşeke din ji gotinên xwe de tekez li ser wê yekê kiriye ku li Îraqê ji bilî dewletê mafê ti kes û aliyekê tuneye ku biryarê şer anjî aştiyê bide.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.