Li Rojava 80 kesên din bi Koronayê ketin

2 kesên din jî canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, di nava 24 seatên derbasbûyî de 80 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.

Hevserokê Desteya Tendirostiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 seatên derbasbûyî  yên Koronayê belav kir û ragihand, di nava 24 seatan de2 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan. Yek ji wan li Qamişlo û yê din li Amûdê ye. Nav hatî herwiha eşkere kir ku 80 kesên din jî bi Koronayê ketine.

Bi wê rengî hijmara kesên ku heta niha li Rojavayê canê xwe ji dest dane bûye 71 kes.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.