Li Rojavayê Kurdistanê 79 kesên din bi Coronayê ketin

mirin çê nebûye û 10 kes jî baş bûne.
کوردستان TV
100%

Li deverên jêr desthilata Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê di rojekê de 79 kes bi Coronayê ketin û 10 kes jî baş bûn û ti haleteke mirina bi wê nexweşiyê jî nehat tomarkirin.

Hevserokê Desteya Tendirostî ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mistefa dawîn amarên taybet bi vîrusa Coronayê belavkirin.

Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nava 24 demjimêrên dawî de li navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de 79 pêketiyên nû yên Coronayê hatine destnîşankirin.

Ciwan Mistefa eşkere kir ku di heyama rojekê de ti haleteke mirina bi Coronayê li navçeyên Rêveberiya Xweser nehatiye tomarkirin.

Ciwan Mistefa herwiha ragihand ku 10 nexweşên Coronayê jî piştî wergirtina çareseriyê rewşa wan bi temamî asayî bûye.

Li gel dawîn amaran heta niha li Rojavayê Kurdistanê 1918 kes tûşî Coronayê bûne û ji wê hejmarê jî 69 kesan canê xwe ji dest dane û 496 kes jî baş bûne.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.