Heşda şebî 5 km vedikêşe

ew biryar li parêzgeha Neynewayê tê cîhbicîhkirin.
کوردستان TV
100%

Bi fermaneke artêşa Îraqê ji xala temasê 5 km dûr dikeve.

Fermandariya operasiyonên hevbeş yên artêşa Îraqê ragihand ku fermanek bi çekdarên heşda şebî kiriye daku ji xala temas ya navbera heşda şebî û hêzên pêşmerge de vekêşe.

Li gor daxuyaniya han piştî wê fermanê çekdarên heşda şebî li tevahiya deveran neçarin bi qasî 5 km ji xala temasa xwe ya li gel hêzên pêşmerge vekêşin û ji xala temasê dûr kevin.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye gotin ku ew biryar bi taybetî li sînorê deşta Neynewayê tê cîhbicîhkirin û ev boşatiya ku di encama vekêşînê de çê dibe ji aliyê artêşa Îraqê vet ê têdagirtin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.