Serokwezîrê Kurdistanê li parlementoyê gotarek pêşkêş kir.
Îro duşem 5ê Mijdarê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî çû parlementoyê û di civîna parlementoyê de amade bû.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotarekê de ku li salona civata giştî ya parlementoyê pêşkêş kir balkêşande ser çend mijarên girîng.
Serokwezîr behsa prosesa reforman kir û ragihand ku heta niha di nava çend kert û sekteran de reformên gelek cidî hatine kirin û ew prosesa han jî berfiretir dibe û didome.
Mesrûr Barzanî diyar kir ku di warê bacan de jî gelek pêngavên girîng hatine avêtin û tevahiya kompaniyên heyî bo dana bacê hatine agehdarkirin û heta niha bi giştî 7 kompanî jî ku nexwestine bacê bidin radestî dadgehê hatinekirin.
Mesrûr Barzanî di berdewamiya gotara xwe de behsa rewşa tendirostiya Kurdistanê û pêngavên hikûmetê yên bo rûbirû bûna Koronayê kir û ragihand ku bo rûbirû bûna Koronayê di destpêka belav bûna Koronayê de pêngavên gelek girîng hatin avêtin lê pişt re jiber bisiyasî kirina Koronayê xelk pêbendî şîretên tendirostî nebû û rewşa tendirostî gehêşte asta niha ya heyî lê hikûmet di her warî de bo rûbirû bûna Koronayê û parastina welatiyan çi ji dest hatiye cîhbicîhkiriye.
Derbarê danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî Mesrûr Barzanî diyar kir ku rixmî astengî û kêşeyên heyî danûstandinên navbera her du aliyan bo gehêştin bi rêkeftineke dadmend û çareser kirina tevahiya kêşeyan di çarçoveya destûra bingehîn de, didomin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin