Li Silêmanî zêdetir ji 300 ten berhem hatin ji nav birin

dema bikar anîna wan biser çûye.
کوردستان TV
100%

Dema bikar anîna wan berheman bi dawî hatibû.

Qayîmiqamiya Silêmanî belav kir ku komîteyên taybet yên çavdêrî kirina bazaran yên ser bi qayîmiqamiya Silêmanî karîne di nava mehekê de zêdetir ji 300 ten berhemên curbicur yên ku ji derve hawirdeya Silêmanî hatibûn kirin ji nav bibin.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku piraniya berhemên han berhemên şîrî weke mast, penîr, xame û birinc bûne.

Di berdewamiya daxuyaniya han de behsa wê yekê hatiye kirin ku ew berhemên han dema bikar anîna wan biser çûye lewre bi kêrî xwarinê nehatine û li market û dikanên nava bazar de hatine komkirin û pişt re jî li cîheke taybet hatine jinavbirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.