Serokwezîr li gel Serokerkanê artêşa Îraqê civiya

behsa çareser kirina kêşeyan li ser esasê destûrê kirin.
کوردستان TV
100%

Serokê desteya heşda şebî jî di civînê de amade bû.

Îro Serokwezîrê hikûemta Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokerkanê artêşa Îraqê Ebdulemîr Yarulah û Serokê desteya heşda şebî Falih Feyaz kir.

Di civînê de behsa rewşa siyasî û ewlekarî ya Îraqê, guhertin û pêşhatên dawî hate kirin û tekez li ser girîngiya hemahengiya ewlekarî ya di navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî de hate kirin.

Herwiha di civînê de hate gotin ku hevkarî û hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê bo rûbirû bûna DIŞIê bi taybetî li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê gelek girînge.

Di dawiya civînê de har du alî tekez li ser çareser kirina kêşeyên heyî li ser esasê destûra bingehîn ya Îraqê kirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.