Mezlûm Ebdî: Di hevdîtinên yekîtiyê de gavên dîrokî û erênî tên avêtin

behsa naveroka hewldanên ava kirina yekîtiya navbera aliyên Kurdî dike.
کوردستان TV
100%

 Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî derbarê hevdîtinên PYNK – ENKSê de ragihand gavên dîtokî û erênî tên avêtin.

Di hevpeyvîneke ligel ajansên nêzîkî Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de Mezlûm Ebdî got: “Di vê pêvajoyê de pêkhatina hevdîtinên yekitiya neteweyî ya kurdan li Rojavayê Kurdistanê, girîngiyeke xwe ya dîrokî heye. Wek HSD me jî dît ku ev pêwîstiyek e û me bi aliyan re hevdîtin pêk anîn.

Di vê mijarê de em bi DYAyê re garantoriya xwe didomînin. Pêvajo erênî ye lê hêdî dimeşe. Di hinek mijaran de hevdîtinên demdirêj çêdibin û nîqaş tên kirin. Ji ber ku her du alî dixwazin ku peymanên ku çêdibin, divê di pratîkê de jî pêk bên. Dixwazin her tiştî net bikin. A rast ev jî rewşeke erênî ye.

Em dikarin bibêjin ku heta niha di hin mijarên sereke de lihevkirin çêbûye. Wek aliyên garantor em bawer dikin ku dê ev hevdîtin bi peymaneke dîrokî bi encam bibin. Ev peyman dê demdirêj be û mayînde be. Dê li ser Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li ser tevahiya Sûriye û kurdan bandoreke erênî çêke. Dostên me û hêzên navneteweyî û gelê me yê ku destekê didin van hevdîtinan, divê helwesta xwe berpêş bikin. Divê zêdetir destekê bidin vê pêvajoyê da ku encamek jê derkeve.”

Ji anhayê hatiye wergirtin.

N: E: G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.